PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya 56emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd peyameke pîrozbahiyê weşand.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser dîroka tije xizmet a vê yekîtiyê û ragihand:
Em bi rêz û teqdîreke mezin li dîrok û zêdetirî nîv sedsalê xizmeta Yekîtiya Nivîskarên Kurd dinêrin.”
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku nivîskarên Kurd di hemû qonaxên têkoşînê de bi pênûsên xwe “keleheke xurt ji bo parastina ziman, wêje û nasnameya neteweyî” ava kirine.
Serokê Herêmê her wiha destnîşan kir ku nivîskar di xurtkirina çanda tolerans û jiyana hevbeş de pêşeng in.
Nêçîrvan Barzanî bi rêzdarî nivîskarên şehîd û yên yên koça dawî kirine bi bîr anîn û wiha dawî li peyama xwe anî:
Em bi rêzdarî li ber giyanên pîroz ên nivîskarên şehîd û hemû nivîskarên ku koça dawî kirine ditewînin. Bila bîranînên wan her tim bi rûmet bin.”