Petrola Rimêlanê teslîmî Şamê hat kirin

Dîroka Weşanê :
Petrola Rimêlanê teslîmî Şamê hat kirin

PeyamaKurd – Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, rojek piştî wergirtina Balafirgeha Qamişloyê, dest bi prosedurên radestkirina zeviya petrolê ya Rimêlanê kir.

Ev qad, wekî duyemîn zeviya petrolê ya herî mezin a seranserî Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê tê naskirin û li Hesekê cih digire.

Şandeyeke bi serokatiya Tuggeneral Merwan el-Elî, Rêveberê Ewlehiya Hesekê, tevî tîmên teknîkî yên “Şirketa Petrolê ya Sûriyeyê” (SPC) ji bo nirxandina rewşa bîran serdana herêmê kir.

Hate ragihandin ku ev pêvajo bi hevahengiya Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên Kurd (“Asayîş”) bi rê ve diçe.

Rayedarên Şamê diyar kir ku karkerên li zeviyê dê karê xwe bidomînin û ji bo “baştirkirina asta jiyana wan” xebatên nû di rojevê de ne.

Cîgirê rêveberê giştî yê şirketê, Welîd el-Yûsif, aşkera kir ku di nava çend rojan de peymanek bi şirketa enerjiyê “ADES”ê re tê îmzekirin da ku di nav hefteyekê de “tamîrkirina bîrên petrolê” û bipêşxistina herêmê dest pê bike.