PeyamaKurd – Kolonelê malnişîn û stratejîstê leşkerî yê Amerîkî Douglas Macgregor, derbarê hevsengiyên nû yên Rojhilata Navîn de hişyariyeke tund da.
Macgregor îdia kir ku zextên Îsraîlê yên li ser Îranê ne ji tenê ji bo ewlehiyê ne, lê bi mebesta avakirina “hegemonyayeke navendî ya Îsraîlî” li herêmê ne.
Stratejîstê Amerîkî destnîşan kir ku piştî Îran were bêbandorkirin, hedefa stratejîk a Îsraîlê ya duyemîn dê “wêrankirina Tirkiyeyê” be.
Macgregor diyar kir ku Enqere ji van planan agahdar e û qada herî mihtemel a ji bo rûbirûbûna Îsraîl û Tirkiyeyê wekî “Sûriye” pênase kir.
Li gorî analîza wî, Tirkiye xwedî “artêşa herî baş di nav NATOyê de ye” û ji aliyê şiyanên şerê kevneşopî ve ji Îranê pir xurttir e.
Her çend ev daxuyanî li Washingtonê wekî nêrînên “tundrew û spekulatîf” werin dîtin jî, Macgregor tekez dike ku Îsraîl, Tirkiyeyê wekî aktoreke “bêkontrol” dibîne û dixwaze bandora wê bi dawî bike.