Mesrûr Barzanî: Divê Bexda mûçeyan wekî amûreke zextê bi kar neyîne

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî: Divê Bexda mûçeyan wekî amûreke zextê bi kar neyîne

PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di civîneke çapemeniyê de derbarê kêşeya mûçeyan û posta serokomariya Iraqê de peyamên giring dan.

Barzanî tekez kir ku ew ê li ser parastina mafên xelkê Kurdistanê “rijd bin” û bang li hikûmeta federal kir ku cudahiyê nexe navbera mûçeyên Kurdistanê û parêzgehên din ên Iraqê. Barzanî wiha got:

Hêvîdar im ew pêbendiyên xwe yên bi destûrê re binpê nekin û berdewam bikin bi dayîna mûçeyan.”

Derbarê hilbijartina serokomarê nû yê Iraqê de, Mesrûr Barzanî eşkere kir ku heta niha aliyên Kurdî li ser namzedekî hevbeş “negihîştine tu rêkeftinekê”.

Serokwezîr pêşniyar kir ku ji bo yekrêziya nav mala Kurd, divê piraniya nûnerên Kurd li Parlamentoya Iraqê an Kurdistanê namzedekî wekî “berbijêrê Kurdistanê” destnîşan bikin da ku ew kes nûnertiya hemû pêkhateya Kurd bike, ne tenê ya aliyekî siyasî.