Serok Barzanî bi Aras Hebîb re rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kir

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî bi Aras Hebîb re rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro 10ê Sibatê pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Kongreya Neteweyî ya Iraqê Aras Hebîb kir û pêşhatên dawî yên siyasî pê re gotûbêj kir.

Baregeha Barzanî ragihand, Serok Mesûd Barzanî îro 10ê Sibata 2026an pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Kongreya Neteweyî ya Iraqê Aras Hebîb kir.

Hate diyarkirin, di hevdîtinê de her du aliyan gotûbêj li ser rewşa giştî ya Iraqê û geşedanên herî dawî yên di nav proseya siyasî de kirin.

Herwiha di civînê de bi hûrgilî behsa astengî, kêşe û zehmetiyên li pêşiya pêvajoya siyasî ya Iraqê hat kirin û nêrînên her du aliyan li ser çareserkirina krîzan hatin parvekirin.