PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku, welatî dikarin bi rêya xizmeta E-psuleyê di çend çirkeyan de bi rêyeke parastî û bê xerciyên zêde pereyê elektrîkê bidin û li van nêzîkan xizmetkariyên wê dê zêdetir jî bibin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê ragihandina xizmetkariyên E-psuleyê de nivîsî û got: “Ez bi ragihandina xizmetkariya E-psuleyê kêfxweş im, ku platforma fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo dana pereyê psuleyan.”
Mesrûr Barzanî diyar kir, niha welatî dikarin bi çend çirkeyan û bi rêyeke parastî û bê xerciyên zêde pereyê elektrîkê bidin û got: “Li van nêzîkan xizmetên E-psuleyê dê zêdetir bibin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî Elaq û hejmareke mezin ji veberhêner, xwedîkar, birêvebir û nûnerên bankan, projeya E-psulayê bûbûn.