PeyamaKurd- Li Mogadîşuya paytexta Somalî, balafireke rêwiyan ku 55 kes tê de bûn, piştî demekê ji rabûna xwe bi lezgînî daket deryayê. Hat diyarkirin ku baskekî balafirê jê bûye lê tu kesî jiyana xwe ji dest nedaye.
Balafira rêwiyan a cureya Fokker 50 a şîrketa StarSky a Somalî, piştî ku bi 55 rêwiyan ji Balafirgeha Aden Adde ya Mogadîşuyê rabû, pirsgirêkek ragihand.
Li gorî daxuyaniya Mîsyona Piştgirî û Îstîqrara Somalî ya Yekîtiya Afrîkayê (AUSSOM), balafira ku hewl dida vegere balafirgehê, bi lezgînî daket deryayê. Di dema rûdanê de hat dîtin ku baskekî balafirê jê bûye.
Tîmên hawarçûnê, bi piştgiriya AUSSOM û Ofîsa Piştgiriya Somalî ya Neteweyên Yekbûyî (UNSOS), bi lez gihîştin cihê bûyerê. Rêwî bi awayekî selamet ji balafirê hatin derxistin û di bûyerê de tu kesî jiyana xwe ji dest neda.