Serokwezîrê Yûnanistanê Miçotakis bi 10 wezîrên xwe re diçe Ankara

Dîroka Weşanê :
Serokwezîrê Yûnanistanê Miçotakis bi 10 wezîrên xwe re diçe Ankara

PeyamaKurd – Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis li ser daweta serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan sibê diçe Tirkiyê. Sibê li Ankara civîna konseya hevkariyê ya di asta bilind de ya navbera her dû dewletên tekirin.

Bi Miçotakis re 10 heb wezîr û cîgirê wezîrekî heye. Di civînê de têkiliyên dualî û pêşdeçûnên li dinyayê hene.

Di nava mijarên civînê de mijara koçberan, geştiyarî, mijara Kibrisê, endamtiya Tirkiyê ya bo YEyê hene.

Di nava heyeta Yûnanistanê de wezîrê karên derve Yorgos Gerapetritis, wezîrê darayî Kyriakos Pierrakakis, wezîrê geşepêdanê Takis Theodorikakos, wezîrê gihandin û avahiyên esasî Christos Dimas, wezîrê parastina hemwelatiyan Michalis Chrysochoidis, wezîra perwerdê, spor û Olê Sofia Zacharaki, wezîrê parastina sîvîl Yiannis Kefalogiannis, wezîrê koçê û Lacê Thanos Plevris, wezîra çandê Lina Mendoni û cîgira wezîrê karên derve Haris Theocharis hene.

Ev tê vateya ku wê di seha her wezîrî de peyman an peymanên pêş an zebtên lihevkirinê bên îmza kirin.