DYA û Azerbeycan peymana hevkariya stratejik îmza kirin

Dîroka Weşanê :
DYA û Azerbeycan peymana hevkariya stratejik îmza kirin

PeyamaKurd – Cîgirê serokê DYAyê JD Vance bi seredana fermî li Azerbeycanê bi serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev re hevdîtin kir. Piştî hevdîtina bi Aliyev re ya li Bakuyê, îmza danîn binê peymana hevkariya stratejîk. Vance got:

“Wê feda peymanê bo her dû dewletan û bo herêmê çêbibe û bi vê peymanê wê karsazên DYAyê karibin bêhtir xwe bigihînin bazaran û mirov di şûna şer de bi hevre bazirganiyê bikin û dinya dê baştir bibe.”

Vance ragihand ku bi îmzakirina peymanê re pêwendiyên navbera her dû dewletan bêhtir dibe mayînde û bûye fermî. Vance got ku peyman wê bibe sedema refah û aştiya li herêmê.

Vance, agahî da û got ku bo bibin alîkarê ewlehiya ava Azerbeycanê dê tekneyên nû bişînin herêmê.

Vance pesnê Azerbeycanê bilind nirxand û got ku di hêza Afganistanê de Azerbeycan hêza dawiyê bû ku ji Afganistanê veqetiya û di têkoşîna li hemberê terorê de Azerbeycan bû destek. Vance got:

“Li Afganistanê bi piyadeyên deryayê yên DYA re bi hevkarî şer kirin û bûn navdarên dinyayê yên yekîneyên tund û baş yên dinyayê. Hêviya me ew e ku peymana aştiyê ya navbera Azerbeycanê û Ermenistanê bibe mayînde û di navbera her dû dewletan de hevkarî bibe.”

Vance behsa rola Aliyev ya di peymanê de kir û got:

“Serokê vê dewletê û serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan û serokê DYAyê Trump 3 kes bi hevre xebitîn û ciyê ku berê şer lê hebû, aştiyê danîn şuna şerî.”