PeyamaKurd – Li herêma Serhedê berfa zêde dibare û jiyana xelkê di rewşekî zahmet de ye. Lê bêhtir xwendevanên dibistanan dikevin rewşekî zor. Piştî metorolojiyê hişyariya berfa xwurt û cemedê kir, parêzgeh û qeymeqamî jî li gor raporên kêş û hewayê biyaran dan û dê bidin.
Parêzgeha Agiriyê biryarê da ku sibê temamê dibistanên li bajêr û navçeyan tatîl kirine. Temamê dibistanên ku bi erebeyan xwendevanan dibin dibistanan, tatîl kirin.
Qeymeqamiya navça Çildêranê (Çaldıran) li seranserê navçê dibistanên taybet û fermî tatîl kir. Di nava dezgeyan de Navenda Perwerda Gel û navendên rehabilitasyonê jî hene.
Li Çaldıranê xebatkarên jin yên bi hemil û yên zarokên wan di navbera 0-6 salan de ne, wê ji ciyên kar bi îzin bên hesibandin.
Heya niha parêzgehên Bedlis, Çewlik, Erzerom, Mûş û Dêrsimê biryara xwe nedane. Biryarê bi giştî piştî 11ê şevê an ber destê sibê seet li dora 05.30-06.30an de didin.