PeyamaKurd – Endamê kongra Amerîkayê Joe Wilson îro (10 Sibat 2026) ragihand ku Herêma Kurdistanê remza aştiyê û îstîqrarê ye û bo îstîqrara Kurdistanê roleka mezin ya serokwezîrê herêma Kurdistanê ya Mesrûr Barzanî heye.
Wilson got ku bo agirbesekî mayînde li Kurdistana Rojava bibe, pêwiste Hêzên Sûriya Demokratîk bi hukumeta Şamê re bixebite û divê di navbera gelên Sûriyê û pêkhateyan de koordinasyon bibe.
Wilson got ku ji bo arîşeyên di navbera Şamê û HSDê de biqedin, DYA di navbera wan de navbeynkariyê û koordînasyonê dike û li Sûriyê Kurd, Durzî û Elewî bi bê îstîqrariyê re rû bi rû dimînin, jê bi endîşe ye.