Balafir xwe danî 0kyanûsa Hindê û rêwiyan tehliye kirin

Dîroka Weşanê :
Balafir xwe danî 0kyanûsa Hindê û rêwiyan tehliye kirin

PeyamaKurd – Balafira ji payîtexta Somaliyê ji Magadişuyê bi hewa ket, mecbûr ma xwe deyne okyanusa Hindê û 55 rêwiyên te de bûn, bê zerar bigihê wan, tehliye kirin.

Balafira mebûr ma xwe deyne Okyanusê ya şîrketa rêyên hewayî ya StarSkayê bû û tîpa Fokker 50 bû. Sedema balafir mecbûr ma xwe deyne nava avê, ew bû ku perê balafirê jê qut bû.

Balafir agahî dabû balafirgehê ku ariza wê teknîkî çêbûye û dagere balafirgehê lê nikaribû xwe bigihîne balafirgehê.

AUSSOM û ofîsa destekê ya Neteweyên Yekgirtî (UNSOS) tîmên xwe û yên lezgîn şandin ciyê bûyerê û rêwiyan ji balafirê tehliye kirin.