PeyamaKurd – Li Rojhilatê Başûrê Lîbyayê li bajarê Kufrayê helîkopterekî ket û tê de 3 kes mirin. Ofîsa çapemeniyê ya şaredariya bajarê Kufrayê peyama taziya şaredar ya bo qezayê ya Muhammed Abdurrahim Bumeriz belav kir. Şaredar Bumeriz, di peyama xwe de gotiye:
“ Di wexta li balafirgeha Kufra ya bi navê es-Sarre de, ambûlansa xizmeta tenduristiyê dikir ketiye û di encamê de 3 kes can dane. Me bi xemgînî agahiyê sitend.”
Bumeriz, navên kesên di helîkopterê de can dane daye û sersaxiyê bo malbatên wan û bo mirovên wan jî sebrê xwestiye.