PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump berya civîna duyem ya navbera DYA û Îranê destpêbike, tehdîdên tund kir ser Îranê û got:
“Dibe keştiya duyem ya balafiran here Îranê. An em ê li hev bikin an em ê mecbûr bibin tiştên xerab bikin.”
Trump got; eger li ser bernama nuklerî li hev nekin, wê operasyon nêz be.
Trump, niha difikire ku keştiya duyem ya balafiran bişîne Îranê û weka destek jî keştiyên îlawe yên şer û jetan bişîne. Niha keştiya mezin ya balafiran ya DYAyê USS Abraham Lincoln li peravên Îranê ye.
Trump got ku di tewrê Îraniyan de sistbûnekî heye û dibe hevdîtina duyem di hefta pêşiya me de destpêbike. Trump di hevpeyvîna bi rojnemavanê Îsraîlî bi Barak Ravid re kiriye, tê de gotiye ku eger bi Îranê re, arîşa nuklerî çareser nebe, her wext dibe ku operasyona ser Îranê destpêbike.
Li ser mesela nuklerî ya Îranê jî serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu di rêya Amerîkayê de ye û wê li ser mijarê bi Trump re biaxife.