Rojava: Banga derxistina Yasaya Parastina Kurdan li Amerîka hate kirin

Dîroka Weşanê :
Rojava: Banga derxistina Yasaya Parastina Kurdan li Amerîka hate kirin

PeyamaKurd- Li bajarê Hesekê û Dirbêsiyê yên Rojavayê Kurdistanê bi hezaran kes daketin kolanan bang mafên destûrî bo gelê Kurd kirin.

Meşa li Hesekê li Çerxerêya Kevokê ya li taxa Til Hecer dest pê kir û ber bi Çerxerêya Şehîd Serhed a li taxa Muftî ve çû, li wir veguherî mîtîngeke girseyî ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk li Hesekê Ferhan Dawûd di mîtingê de axivî û bal kişand ser projeyasaya ku Senatorê Amerîkî Lindsey Graham bo kongreya Amerîkayê pêşkeş kiriye û got: "Îro roja piştgiriya berxwedana Rojava ye û ji vir em mafên xwe yên rewa û derxistina Qanûna Parastina Kurdan dixwazin."

Dawûd destnîşan kir ku cîhan deyndarê fedakarî û berxwedana gelê Kurd e û berpirsiyariyeke exlaqî û siyasî dikeve ser milê cîhanê ku piştgiriya mafên wan ji bo jiyaneke demokratîk a bi rûmet û bike.

Ferhan Dawûd da zanîn: "Rojava ne bi tenê ye; hemû gelê Kurd li kêleka Rojava ye û piştgiriyê dide berxwedana wê ya adil.”

Dîsa li bajarê Dirbêsiyê jî bi sedan kes beşdarî meşeke girseyî bûn û pankartên "Divê mafên me di destûrê de werin misogerkirin" û "Zimanê me nasnameya me ye" bilind kirin.