Netanyahû berî serdana DYAyê axivî: Mijara herî girîng Îran e

Dîroka Weşanê :
Netanyahû berî serdana DYAyê axivî: Mijara herî girîng Îran e

PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahî, beriya serdana xwe ya fermî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku biryare sibe Çarşemê pêk bê daxuyaniyên girîng dan.

Netanyahû diyar kir ku di rojeva wî de mijara sereke Îran e û destnîşan kir, ew ê bi Serokê Amerîkayê re li ser gelek mijarên herêmî û rewşa Xezeyê biaxive.

Herwiha tekez kir ku "beriya her tiştî" mijara muzakereyên bi Îranê re di serê lîsteya wan de ye.

Serokwezîrê Îsraîlê got ku ew ê prensîbên welatê xwe yên derbarê ewlehiyê de pêşkêş bike û da zanîn, ev nêzîkatî ne tenê ji bo Îsraîlê, lê ji bo her kesê ku li Rojhilata Navîn aştiyê dixwaze, xwedî girîngiyeke jiyanî ye.