Xamaney biryara efûkirina 2 hezar û 108 girtiyan pesend kir

Dîroka Weşanê :
Xamaney biryara efûkirina 2 hezar û 108 girtiyan pesend kir

PeyamaKurd- Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaney, bi boneya 47emîn salvegera Şoreşa Îslamî, pêşniyara Serokê Dezgeha Dadweriyê Gulam Hisên Muhsin Ejeî ya ji bo efûkirin an kêmkirina cezayê 2 hezar û 108 girtiyan pesend kir.

Alîkarê Serokê Dezgeha Dadweriyê Elî Muzeferî diyar kir ku ji van girtiyan 919 kes bi şertê ku tawaneke wan a din tune be dê werin berdan, cezayê 1189 girtiyan jî dê were kêmkirin an jî veguhere cezayê diravî.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev biryara efûyê di demeke ku Amerîka amadekariya êrîşeke berfireh dike de hate wergirtin.