Hevpeymaniyê pesnê HSDê da û Sûriye wek endamê 90emîn pejirand

Dîroka Weşanê :
Hevpeymaniyê pesnê HSDê da û Sûriye wek endamê 90emîn pejirand

PeyamaKurd- Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, li Riyad a Erebistana Siûdî lûtkeya xwe ya koma biçûk a yek rojî li dar xist.

Piştî lûtkeyê hate ragihandin ku Sûriye wekî endama 90emîn a hevpeymaniyê hatiye pejirandin.

Herwiha di encamnameya lûtkeyê de, pesnê têkoşîna Hêzên Sûriya Demokratîk a li dijî DAIŞê hate dayîn û peymana di navbera HSD û Şamê de jî bi awayekî erênî hate pêşwazî kirin.

Di civînê de, herwiha nexşreya şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê û Iraqê hat nîqaşkirin û hate ragihandin ku êdî Hikûmeta Demkî wekî endameke hevpeymaniyê yê 90emîn hatiye qebûlkirin.