PeyamaKurd – Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî El-Elaq, îro 10ê Sibata 2026an, beşdarî merasîma ragihandina projeya “E-Pisûla”yê bû.
Elaq di axaftina xwe de destpêşxeriyên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên di warê dîjîtalkirina xizmetguzariyan de bilind nirxandin û piştgiriya xwe ya tam diyar kir.
Elaq destnîşan kir ku Serokwezîr Barzanî bi awayekî kesane û meydanî serperştiya vê guhertinê dike û got:
Ev yek dihêle ku em di vî warî de bi Herêma Kurdistanê re di nav hevahengiyeke xurt de bin.”
Elaq ragihand ku projeya “E-Psûle” (E-Pisûla) werçerxaneke stratejîk e ber bi aboriya dîjîtal ve û tekez kir ku êdî peredana bi “kaş” (pereyê neqd) li gel daxwazên aboriya nûjen nagunce.
Parêzgarê Banka Navendî destnîşan kir ku ji bo vegerandina baweriya welatiyan, binesaziyeke elektronîkî ya parastî mecbûrî ye û ev proje wekî “pêngaveke jêhatî” pênase kir.
Elaq di dawiyê de diyar kir ku ew amade ne piştgiriya hemû wan destpêşxeriyan bikin ku li Herêma Kurdistanê ji bo şefafiyet û şiyana darayî ya welat tên ragihandin.