HSD: Heger dorpêça Kobanê neyê rakirin, rêkeftina bi Şamê re dê têk biçe

Dîroka Weşanê :
HSD: Heger dorpêça Kobanê neyê rakirin, rêkeftina bi Şamê re dê têk biçe

PeyamaKurd – Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî, derbarê pêşeroja peymana bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re hişyariyeke tund da.

Şamî ragihand ku berdewamiya dorpêça li ser bajarê Kobanê metirsiyeke mezin li ser peymana meha borî çêdike û diyar kir ku ev rewş dikare bibe sedema “bidawîkirina rêkeftina di navbera HSD û artêşa Sûriyeyê de”.

Şamî destnîşan kir ku hikûmeta Şamê bi rêya hinek komên ser bi xwe ve hewl dide peymanê sabotek bike da ku “hêzên Kurdî bi temamî ji holê rake” û gelê Rojava bêparastin bihêle. Berdevkê HSDyê tekez kir ku hêza leşkerî ya heyî berhema xwîna şehîdan e û parastina vê hêzê wekî parastina hebûna Kurdan nirxand.

Ferhad Şamî ragihand ku her çend HSD pabendî şertên peymanê be jî, divê Şam ji bo rakirina dorpêçan “gavên berbiçav” bavêje da ku proseya aştiyê neyê xerabkirin.