PeyamaKurd – Malpera “Fox News”ê ya bi zimanê erebî eşkere kir ku Rexed Sedam Husên, keça serokê berê yê Iraqê, di 16ê Rêbendanê de li Şamê bi serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera re civîneke veşartî pêk aniye.
Hat ragihandin ku ev civîn di bin çavdêriya “îstîxbarata Brîtanya û Urdinê” de hatiye lidarxistin da ku hêzeke radîkal a Sunnî li dijî “Heşda Şabî û komên nêzîkî Îranê” li Iraqê were avakirin.
Di civîna bi navê “Saeta Sifir” de, hat nîqaşkirin ku artêşeke ji 25 hezar çekdarên DAIŞê û Baesîyan were perwerdekirin da ku herêma Enbarê û Deşta Mûsilê kontrol bikin.
Armanca sereke ya vê planê, şikandina projeya “Heyva Şîe” ya Îranê û qutkirina bandora Tehranê ya li ser Deryaya Spî ye.
Li aliyê din, pispor hişyarî didin ku ev hewildan metirsiyeke mezin li ser herêmên Kurdî yên wekî “Şingal, Kerkûk û Mexmûrê” çêdike û dikare bibe sedema karesatên wekî yên sala 2014an.