DYA: Me li Rojhilatê Pasîfîkê li keştiyeke ku tê îdiakirin madeyên hişbir tê de ye xist

Dîroka Weşanê :
DYA: Me li Rojhilatê Pasîfîkê li keştiyeke ku tê îdiakirin madeyên hişbir tê de ye xist

PeyamaKurd - Fermandariya Başûr a DYAyê (SOUTHCOM) diyar kir ku li Rojhilatê Pasîfîkê li keştiyeke ku tê îdiakirin ku madeyên hişbir hildigirt hatiye xistin û du kes mirine.

SOUTHCOMê derbarê êrîşa li ser platforma medyaya civakî ya şîrketeke li DYAyê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Rojhilatê Pasîfîkê li keştiyeke ku tê îdiakirin ku madeyên hişbir hildigirt hatiye xistin û di encamê de du kes mirine û yek jî sax maye.

Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku encamên îstîxbaratê piştrast kirine ku keştiy di çalakiyên bazirganiya madeyên hişbir de beşdar bûye û dîmenên êrîşê jî tê de hene.

Êrîşên dawî yên artêşa DYAyê li ser keştiyên li Okyanûsên Karayîb û Pasîfîkê, ku tê îdiakirin ku di bazirganiya madeyên hişbir de beşdar in û rasterast rêwiyên wan hedef digirin, nîqaşeke navneteweyî li ser "kuştinên bê daraz" derxistiye holê.