PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî, bi daxuyaniyeke tund hişyarî da Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û ragihand ku her êrîşeke leşkerî ya li ser Îranê dê bi bersiveke "wêranker û berfireh" re rû bi rû bimîne.
Araqçî di gotara xwe ya di Wall Streetê Journal de tekez kir ku Îran dê vê carê wekî şerê meha Hezîranê "xweragir" nebe û bi hemû hêza xwe bersivê bide.
Araqçî destnîşan kir ku şerekî mihtemel dê ne tenê bi Îranê ve sînordar bimîne, lê dê tevahiya herêmê bixe nav agir û bandoreke gerdûnî bike.
Ev daxuyaniyên tund di demekê de tên ku Amerîkayê keştiyên xwe yên balafiran ber bi Rojhilata Navîn ve bi rê xistine û alavên leşkerî li herêmê zêde kirine.
Her wiha, ji ber tepeserkirina xwepêşandanên navxweyî, vexwendina Araqçî ya ji bo Korbenda Davosê hat betalkirin.