Serok Barzanî: Me ji Papa piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê xwest

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî: Me ji Papa piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê xwest

PeyamaKurd– Serok Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Vatîkanê de, îro 21ê Çileyê ligel Serokwezîrê Vatîkanê Pietro Parolin û Papayê Vatîkanê Leoyê 14emîn civiya. Serok Barzanî piştî hevdîtinan diyar kir ku wan di çarçoveya hevdîtinan de ji Papayê Vatîkanê piştgiriya manewî xwestiye û ew bi Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Tajani re jî li ser gelek mijaran axivîne.

Serokwezîrê Vatîkanê Pietro Parolin bi germî pêşwaziya Serok Barzanî kir û pêzanînên xwe ji bo rola wî ya dîrokî di kûrkirina çanda pêkvejiyanê, çespandina aramî û asayîşê de li Kurdistan û Iraqê nîşan da. Parolin destnîşan kir ku bi saya vê siyasetê, xelkê Kurdistanê û Iraqê di nava aştiyê de dijîn.

Di beşeke din a civînê de, rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên li Iraq û herêmê hatin nirxandin. Her du aliyan bi hûrgilî li ser gefên li ser paşeroja navçeyê, bi taybetî krîza li Sûriyeyê û bandora wê ya li ser ewlehiya herêmî, rawestiyan.

Serok Barzanî piştre jî ligel Papayê Vatîkanê Leoyê 14an civiya û diyarîyên nîşaneya pêkvejiyana olî û etnîkî yên Kurdistanê pêşkeşî wî kirin.

Serok Mesûd Barzanî piştî hevdîtinê ragihand, wî di hevdîtina xwe ya bi Papayê Vatîkanê re, daxwaz kiriye ku Vatîkan bi hêza xwe ya manewî piştgirî bide Kurdên Rojavayê Kurdistanê.