PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarveya Forûma Aborî ya Davosê de, bi şandeke Şanişîna Behrêynê re civiya û ragihand: “Divê şer û aloziyên Sûriyê bên bidawîanîn.”
Hate ragihandin ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Çileyê li Davosê bi şandeke Şanişîna Behrêynê re civiya, ku ji Nûnerê Şah û Wezîrê Dîwana Serokê Wezîran Şahzade Îsa bin Selman Al Xelîfe, Wezîrê Darayî û Aboriya Neteweyî Şêx Selman bin Xelîfe Al Xelîfe û Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê Ebdila Adil Fexro pêk hatibû.
Di wê civînê de tekezî li ser pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Şanişîna Behrêynê de di hemî waran de hat kirin.
Herwiha rewşa giştî ya Iraqê û alozî û pêşketinên leşkerî yên Sûriyeyê jî di wê civînê de hatin nîqaşkirin. Di civînê de girîngiya parastina aştî, aramî, bidawîanîna aloziyan û rêzgirtina li mafên gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê hate bibîrxistin.