PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, serdana bingeha asmanî ya Eyn el-Esed kir ku piştî vekişîna hêzên koalîsyonê radestî hêzên ewlekariya Iraqê hatibû kirin.
Sûdanî li vir amadehiyên leşkerî yên li ser xeta sînorê Iraq-Sûriyeyê û asta hişyariya yekîneyan ji nêz ve kontrol kir.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokweziriyê, Sûdanî li bingehê çavdêriya firîna 4 balafirên şer ên F-16 kir û piştre li herêma Qaim a li ser sînorê Sûriyeyê beşdarî civîneke ewlehiyê ya astbilind bû.
Hate diyarkirin ku di civînê de ferman da ku li hemberî her cure hewildanan û metirsiyên ewlehiyê hêz di rewşa amadebaşiyê de bin û tekez kir ku baweriya wan bi şiyana hêzên çekdar a parastina îstîkrara welat tam e.