PeyamaKurd- Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku, artêşa Amerîkayê ji bo parastina ewlehiya herêmê û rêgirtina li revîna girtiyên DAIŞê, dest bi mîsyoneke nû kiriye.
Hate diyarkirin ku di qonaxa yekem de 150 endamên DAIŞê ji girtîgehên Hesekê hatin derxistin û bo Iraqê hatin veguhestin. Tê payîn ku ev hejmar di pêvajoyên bê de bigihîje 7,000 kesan.
Hêjayî gotinê ye, ev biryar piştî şer û aloziya li Rojavayê Kurdistanê û Bakurêrojhilatê Sûriyeyê hatiye dayîn ku êdî Amerîkayê hevkariya xwe ya ligel hêzên Kurdî bidawî kiriye. Herî dawî HSDê vekişîna xwe ya ji Kampa Holê ya DAIŞîyan ragihandibû.