PeyamaKurd – Parlementoya Ewrûpayê pêvajoya erêkirina peymana bazirganiya navbera Yekîtiya Eewrûpayê û Amerîkayê (DYA)yê rawestand.
Sedema rawestandina erêkirina peymana bazirganî ew e ku li ser pirsgirêka Grönlandê û guhertina tarîfeyên baca gumrikêye. Komîta Baziganiya Navdewletî, li ser tehdîdên ewlehiya Ewrûpayê, û xebatên xwe da sekinandin.
Parlementoya Ewrûpayê peymana ku di Tîrmeha 2025an de bi DYA re kiribû, wexta pêvajoya wê, heya wextekî nediyar da sekinandin.
Di peymanê de hebû ku wê DYA %15 baca gumrikê deyne ser malên ku ji YEyê herin Amerîkayê. Ragihandina biryarê ji aliyê serokê Komîta PEyê Bernd Lange de, di ser hesabê wî yê medya civakî de hat belav kirin. Lange got:
“Desthilata me û yekîtiya axa me di talûkê de ye. Ne mumkune ku weka her wextî em dewam bikin. Tehdîdên ku li ser Grönlandê, Danîmarka û hevkarên me yên Ewrûpayê dewam dikin, eger em bi taybetî tehdîdên gumrikê bidin ber çav, ji me re ti rê nema ji bilî ku em xebatên xwe yên li ser pêvajoya peymanê bidin rawestandin.”