Meloni: Em baregehên DYA yên li Ewrûpayê bigrin an bavêjin ser McDonaldsê?

Dîroka Weşanê :
Meloni: Em baregehên DYA yên li Ewrûpayê bigrin an bavêjin ser McDonaldsê?

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump dema got: “Eger ne ji Amerîka be NATO tiştek nîne”, serokwezîra Îtalya Melonî bersiva Trump bi pirsan da: “Em baregehên Amerîkayê yên li Ewrûpayê bigrin an bavêjin ser McDonaldsê? Melonî got ku Ewrûpa ne tenê terefê ku tê parastine.

Melonî li Romayê, civîna çapemeniyê li Palazzo Chigi de bo çapemeniyê kir. Melonî got ku di têkiliyên NATO û Amerîka de, Ewrûpa ne tenê girêdayê ku îznê dixwaze, bi pirsan nîşan da ku xwediyê hêza berzkirdinêye. Têkilî ne tenê yekaliye lê li ser berjewendiyên dualî tê danîn û mêzênekî jê re heye.

Meloni, fikrên ku divê mesafe deynin navbera DYA û Ewrûpayê rexne kir û encama wê nirxand. Meloni got ku divê Ewrûpa sînorê xwe xêz bike, bersiva muxalifan da û weha dewam kir:

“Ev stratejî şaş e. Eger bikêr nayê, divê alternatîvan bikin fermî. Yanî dixwazin çi bikin, armanc çiye bila ji min re bêjin. Dema hun dibêjin divê em mesafe deynin, hun behsa çi dikin? Hun dibêjin em ji NATOyê derên? Em baregehên Amerîkayê bigrin? Em têkiliyên xwe yên bazirganî qut bikin? Em bavêjin ser McDonaldsê? Ez nizanim em çi bikin?”