PeyamaKurd – Bi salaye ku navça Sındırgı ya bajarê Balıkesirê diheje û erdhejên bi xeter li wê derê dibin. Erdheja ewilî di 10ê Tebaxa 2025an de, bi dereca 6,1 çêbû û heya niha erdhej li pey hev dewam dikin.
Îro jî seet di 18.11an de li Sındırgiyê erd hejiya û kûrahiya wê di bin erdê de di km ya 11.58an de ye.
AFADê ragihand ku heya niha di encama erdhejê de ti rûdanekî neyînî nehatiye bihîstin.