PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li Pakistanê li navendeke danûstandinê de şewat derketiye û bi dehan kesan can daye.
Li bajarê Karaçî yê Pakistanê, bîlançoya şewata ku di 17ê mehê de li Navenda danûstandinê ya Gul Plazayê derketibû giran dibe. Piştî xebatên lêgerînê hat ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 60 kesan.
Alîkarê Midûrê Giştî yê Ewlehiya Herêma Başûr (DIG) Asad Raza diyar kir ku termên 30 kesan di dikanekê de hatine dîtin û got, "Ji bo ku canê xwe rizgar bikin, xwe di hundirê dikana kelûpelên camê de kilît kirine." Di enkaza navendê de xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hîn jî berdewam dikin.