PeyamaKurd- Şanda DEM Partiyê ya ku ji Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir û Berdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, parlamenter û nûnerên rêxistinên civaka sivîl pêk tê, bi serdaneke taybet ji ser Herêma Kurdistanê ve gihîşt Rojavayê Kurdistanê.
Şanda DEM Partiyê pêşî li Zaxoyê ji aliyê nûnerên partiyên Zehmetkêşan, Hizba Komûnîst, Bizot Newî Kurdistan û Yekîtiya Zaxoyê ve hate pêşwazîknirin.
Şanda DEM Partiyê piştre ji Deriyê Sînor ê Sêmelkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû ji aliyê hevserokên PYDê Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso ve hat pêşwazîkirin.
Hate diyarkirin ku wê şande bi hêz û partiyên Rojavayê Kurdistanê re hevdîtinan pêk bîne.