HSD: Hêzên Şamê agirbest 6 caran binpê kirin

Dîroka Weşanê :
HSD: Hêzên Şamê agirbest 6 caran binpê kirin

PeyamaKurd- Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku ji dema ketina meriyetê ya peymana agirbestê ve, komên çekdar ên ser bi hikumeta Şamê ve herî kêm 6 caran agirbest binpê kirine.

HSDê diyar kir ku her çend agirbest duh di saet 20:00an de dest pê kiribe jî, van koman bi çekên giran êrîşî deverên wekî Zirgan, Sirîn û gundên başûrê Hesekê kirine. Di encama topbarana li ser gundê Hemdon ê başûrê Kobanê de jinekê jiyana xwe ji dest da.

HSDê destnîşan kir ku tevî van hemû êrîşên bi çekên giran, ew bi bendên peymana agirbestê ve girêdayî ne û di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan dane.

Di daxuyaniyê de bang li aliyên garantor û civaka navneteweyî hate kirin ku berpirsiyariya xwe bînin cih, van binpêkirinan bişopînin û ji bo misogerkirina aramiya herêmê û parastina canê welatiyan bikevin nav liv û tevgerê.