PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot, dawiya hefteyê serdana deverê dike ji bo çavdêriya bicihkirina rêkeftina HSD û hikûmeta Sûriyê.
Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noël Barrot ragihand ku ew ê dawiya hefteyê serdana deverê bike ji bo tekeziyê li ser bicihkirin û rêzgirtinê li rêkeftina HSD û Şamê bike.
Barrot diyar kir ku hewldanên serokê Fransa, Sûrî ji rijandina xwînê dûr xistiye û diyar kir, rêkeftina Şam û HSDê berjewendiyên ewlehîyê yê Fransa misoger dike.
Wezîrê Derve yê Fransa got ku divê rêkeftina Şam û HSDê bi awayekî baş were bicihkirin.