PeyamaKurd- Çavkaniyeke nêzî rêveberiya Îranê ragihand, Serokomar Mesûd Pizişkiyan ferman daye ku pêvajoya danûstandinan a bi DYAyê (Amerîka) re were destpêkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Farsê, Pizişkiyan ji aliyên pêwendîdar re ragihandiye ku amadekariyan ji bo vî karî bikin.
Ajansa Nûçeyan a Tasnimê ku bi nêzikbûna xwe ya Supaya Pasdaran tê naskirin jî ragihand ku tê plankirin danûstandin di navbera Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Nûnerê Taybet ê Serokê DYAyê Donald Trump ê ji bo Rojhilata Navîn, Steve Witkoff de birêve biçin. Her çend cih û dema hevdîtinan hîn ne diyar be jî, hat destnîşankirin ku mijara sereke ya van danûstandinan dê tenê li ser "dosyaya nukleerî" be.