PeyamaKurd – Li bajarê New Yorka DYAyê, li herêma Bronxê di avahiyekî de gaz teqiya û agir bi avahiyê ket. Di encamê de kesekî mir û 14 kes birîndar bûn ku ji birîndaran rewşa yekî girane.
Apartman 16 qate, dema di şevê de agir vêket, agir giha qatên jorê jî. Bi sedema tedbîrê ji 150 daîreyan zêdetir mal tehliye kirin.
Birîndaran biambûlansan birin nexweşxanan lê ji bo tehliyekirina apartmanê û vemirandina agir ji 75 beşan 230 kes hatin wezîfedarkirin. Agir xistine bin kontrolê.
Sedema teqîna gazê diyar nîne û li serê lêkolîn tên kirin.