PeyamaKurd – Generalê xanenişîn ê artêşa Îsraîlê, Îsraîl Ziv, di daxuyaniyên xwe yên ji bo kanala Keshet 12ê de hişyariyeke tund da rêveberiya Tel Avîvê û îdia kir ku projeya "Tirkiyeya Mezin" li ber çavên wan pêk tê, lê Îsraîl li hemberî vê rewşê bêdeng maye. Ziv rewşa hikûmeta xwe bi gotina "Em li ser dîreksiyonê di xew de ne" rexne kir.
Li gorî nirxandinên stratejîk ên Ziv, kaosa heyî ya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê rasterast xizmeta berjewendiyên Enqereyê dike. Ew destnîşan dike ku Serokkomar Erdogan Sûriyeyê wekî beşek ji vîzyona xwe ya berfireh dibîne û armanc dike ku bi rêya kontrolkirina çavkaniyên aborî, petrol, maden û benderan, Sûriyeyê veguherîne dewleteke peyk û cîgir a Tirkiyeyê.
Ziv her wiha îdia kir ku Tirkiye plan dike baregeheke leşkerî ya mezin li nêzî Şamê ava bike û ev stratejî ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve jî hatiye pejirandin.
Generalê Îsraîlî bal kişand ser metirsiyeke din a stratejîk û diyar kir ku xetere ne tenê li sînorê bakur ê Îsraîlê ye. Bi gotina wî, egera ku Trump destûrê bide leşkerên Tirk ku bikevin Xezzeyê, dê bibe karesateke siyasî. Ziv got,
Gaveke wiha dê ji bo Îsraîlê bibe şikestineke mezin a leşkerî û siyasî. Ev yek tê wê wateyê ku Tirkiye li ser hesabê Îsraîlê û bi erêkirina Amerîkayê, wekî hêza sereke ya herêmê bilind dibe."
Di dawiya analîza xwe de, Ziv ji bo paşeroja Sûriyeyê pêşniyarek kir û got ku yekane rêya aramiyê û parastina kêmneteweyan, avakirina pergaleke federal e li wî welatî.