Grûbekî çekdar êrîşa Humusê girt ser xwe

Dîroka Weşanê :
Grûbekî çekdar êrîşa Humusê girt ser xwe

PeyamaKurd – Grûbekî çekdar ya Sûriyê ya bi navê ‘Saraya Ensarul Sunne’ êrîşa li bajarê Humusê ya ser mizgeftekî girt aliyê xwe ku di êrîşê de gelek kes hatibûn kuştin. Grûba navborî hem bi êrîşên nûh xelkê tehdîd kir.

Êrîş, îro di wexta limêja Înê de hat kirin ser mizgefta Îmam Ali bin Ebû Talib ya li taxa Wadî Zehebê. Di mizgeftê de teqînekî mezin çêbûbû ji ber di wexta limêjê de hatibû kirin.

Wezareta karên navxwe ya Sûriyê ragihandibû ku di êrîşê de 8 kes mirine û 20 kesên birîndar bûne ew birine nexweşxanan. Ajansa SANA ragihandibû ku berê bombeya bi dest çêkirî li mizgeftê bicîh kirine û di wexta limêjê de teqandine.

Grûba çekdar ya bi navê "Saraya Ensarul Sünne" di ser hesabê xwe yê medya civakî de berpirsiyariya teqînê girt ser xwe. Grûbê ragihand ku bûyerê bi grûbekî dinê re kirine û mizgefta navborî aîdê navendekî Elewiya ye.