PeyamaKurd – Rojnameya Brîtanî The Guardianê ragihand ku di encama aloziyên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê hejmareke zêde ya girtiyên DAIŞê ji girtîgeha Şedadê reviyane.
Ev bûyera tenê rojek piştî ragihandina agirbesta di navbera hikûmeta Ehmed el-Şara û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de qewimî.
Li gorî nûçeyê, derbarê hejmara reviyan û sedema bûyerê de daxuyaniyên nakok hene. HSDyê dîmenên êrîşeke li ser zindanê belav kirin û komên ser bi hikûmetê tawanbar kirin ku êrîşî zindanê kirine û bûne sedema revîna girtiyan.
Li aliyê din, Wezareta Navxweyî a rejîma veguhêz a Sûriyeyê îdiayên êrîşê red kirin û HSD bi "berdana girtiyan" sûcdar kir. Şamê ragihand ku 120 girtî reviyane û 81 ji wan hatine girtin, lê HSD îdia dike ku hejmara reviyan dibe ku bigihîje 1500 kesan.
Ev geşedan fikarên navneteweyî yên li ser ewlehiya kamp û zindanên wekî Al-Hol û Gweiranê zêde dike.