PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Foruma Aborî ya Cîhanê ya Davosê pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Konseya Hevkariya Welatên Kendavê Casem Mihemed Albidêwî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Casem Mihemed Albidêwî, îro 20ê Çileyê li Davos civiyan. Di civînê de, rewşa giştî ya Iraqê û guftûgoyên navbera aliyan ên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê hatin nirxandin.
Hate ragihandin ku her du alî li ser girîngiya xurtkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatên Kendavê de di warên cuda de hevnerîn bûn û gotin, pêşxistina têkiliyan xizmeta aramî û aboriya herêmê dike.
Mijareke din a girîng a hevdîtinê, şer û pevçûnên dawî yên li Sûriyeyê bûn. Serokwezîr Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe ya kûr derbarê zêdebûna rageşî û şerê li Sûriyê anî ziman.
Serokwezîr Barzanî tekez kir, divê ji bo parastina aştî û aramiyê hewildan werin zêdekirin û got: "Pêwîst e rêz li mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên din ên li Sûriyeyê were girtin û pirsgirêk bi rêyên siyasî werin çareser kirin."