MSD: Em ji diyalogê re amade ne, lê teslîmbûna bêşert nayê qebûlkirin

Dîroka Weşanê :
MSD: Em ji diyalogê re amade ne, lê teslîmbûna bêşert nayê qebûlkirin

PeyamaKurd – Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) piştî têkçûna hevdîtinên li Şamê daxuyaniyek belav kir û helwêsta xwe ya li ser çareseriya siyasî zelal kir. MSDyê ragihand ku her çend danûstandinên dawî yên di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de bê encam mabûn jî, deriyê wan ji bo diyalogê hîn vekirî ye.

Berpirsekî MSDyê ji medyaya navneteweyî re eşkere kir ku şertê wan ê bingehîn ji bo çareseriyê "rêveberiya nenavendî" ye. MSDê tekez kir ku ew tu cure ferzkirin û binpêkirinan qebûl nakin. Ev daxuyaniya MSDê piştî wê yekê hat ku nûnerê Rêveberiya Xweser li Şamê, Ebdulkerîm Omer ragihandibû ku hevdîtina Ehmed el-Şara û Mezlûm Ebdî ji ber daxwaza Şamê ya "teslîmbûna bêşert" têk çûye.