Hamas: Îsraîl binpêkirinên agirbestê zêde dike

Dîroka Weşanê :
Hamas: Îsraîl binpêkirinên agirbestê zêde dike

PeyamaKurd - Hamasê diyar kir ku Îsraîl bi binpêkirina agirbestê bi "hincetên derew" êrîşên xwe yên li ser Şerîda Xezzeyê didomîne û bang li navbeynkaran kir ku mudaxele bikin.

Berdevkê Hamasê Hazem Qassem di daxuyaniyek nivîskî de got ku Îsraîl "bi bombebarankirina wargehên sivîl binpêkirinên xwe zêde dike."

Qasssem tekez kir ku Îsraîl bi karanîna "hincetên derew" ji bo êrîşkirina li ser Xezzeyê peymana ku di 10ê Cotmeha 2025an de ket meriyetê binpê dike û Îsraîl "hemû hewldanên navbeynkar û welatên garantor ên ku ji bo parastina aştiyê li Şerîda Xezzeyê dixebitin paşguh dike."

Qasssem bang li navbeynkar û welatên garantor kir ku "Îsraîlê neçar bikin ku binpêkirinên xwe yên peymanê rawestîne."

Li gorî çavkaniyên tenduristiyê û şahidên bûyerê, di êrîşên ku ji saetên sibehê ve berdewam dikin de, 4 Filistînî li herêmên Refahê yên ku ji hêla Îsraîlê ve hatine dagirkirin li Xezzeyê û 5 jî li herêmên ku ji hêla artêşa Îsraîlê ve nehatine dagirkirin, hatin kuştin.