Hegsett: Wê Amerîka rê nede santaja nukleerî

Dîroka Weşanê :
Hegsett: Wê Amerîka rê nede santaja nukleerî

PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegsett ragihand ku welatê wî dê sêyeka nukleeriya xwe ji nûve biceribîne û qet rê nede şantaja nukleerî li hember Amerîkayê bê kirin.

Hegsett diyar kir, Trump teqez kiriye ew ê sêgoşeya nukleerî ji nû ve dest pê bikin û got: “Vebijarkên zêdetir pêş bixin da ku astengkirinê xurt bikin û aloziyê birêve bibin. Em ê qet nehêlin ku neteweya me rastî şantajên nukleerî were. Herwiha di cîhaneke ku em bi 2 hêzên din ên nukleerî yên mezin re rû bi rû ne jî. Em ê çekên nukleerî û pergalên radestkirina wan bi yên din re wekhev biceribînin.”

Li aliyê din Nûnerê daîmî yê Amerîkayê li NATOyê Matthew Whitaker jî da zanîn ku Washington niyeta wê nîne ku çekên xwe yên nukleerî berfireh bike, lê belê pêwîste Ceribandina Çekê bê kirin.

Whitaker destnîşan kir ku Amerîka sîwaneke nukleerî ji bo Ewropayê peyda dike.

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov jî li ser van daxuyaniyan ragihand ku Moskow dê tedbîrên guncaw bigire û diyar kir, ger Washington ji qedexeya ceribandina nukleerî vekişe, Moskow jî wê dest bi ceribandinan bike.