Tirkiye û Macaristan di rojekî de 16 peymanan îmza kirin

Dîroka Weşanê :
Tirkiye û Macaristan di rojekî de 16 peymanan îmza kirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban bi seredana fermî serdana Tirkiyê kir û bi heyeta xwe ve ji aliyê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ve hat qebûlkirin. Piştî hevdîtina taybet ya li ofîsa Erdoğan ya li Dolmabahçe ya Îstenbolê, di bin çavdêriya her dû lîderan de, di navbera her dû dewletan de 16 peyman hatin îmzakirin. Di nav 16 peymanan de ev peyman hebûn:

-Hevkariya stratejik ya navbera her dû dewletan,

-Têkoşîna bi dezenformasyonê re,

-Hevkariya sanyiya bergiriyê,

-Peymana di navbera dezgeyên xwendina bilind de,

-Zebta di seha Sanayî û teknolojiyê de,

- Peymana zanist, teknolojî, sanayî, nûkirin û veberhênanê

-Paymana gihandin û avahiyên bingehîn,

-Peymana di seha bazirganiyê de,

-Peymana bûrsên xwendinê yên salên 2026- 2028an.

-Peymana di seha çandê, qaçaxiya heyiyên çandiniyê.

-Avakirina grûba hevpar ya plandananê di navbera wezaretên karên derve de.