PeyamaKurd- Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Bernameya Pîşesaziya Parastinê ya Ewropayê (EDIP) bi fermî pejirand. Ev bernameya yekemîn a hevpar a pîşesaziya parastinê ya Ewropayê ye û wekî gaveke dîrokî tê dîtin ku armanca wê xurtkirina pîşesaziya parastinê ya YE û kirîna hevpar a çekan e. Herwiha bi vê bernameyê tê xwestin, hilberîna parastinê bê zêdekirin û piştgiriya Ukraynayê berdewam bike.
EDIP li ser bingeha wê fikrê hatiye avakirin ku YE di warê parastinê de jî bibe yek bazar. Ji bo heyama 2025-2027'an, bername wê 1,5 milyar Euro hîbe bide, ku 300 milyon Euro ji vê mîqdarê dê ji bo modernîzekirina pîşesaziya parastinê ya Ukraynayê û entegrasyona wê ya bi ekosîstema parastinê ya Ewropayê re were bikaranîn.
Di çarçoveya bernameyê de, çalakiyên wekî kirîna hevpar a ku herî kêm 3 welat pêk tînin, zêdekirina kapasîteya hilberîna berhemên parastinê yên krîtîk û pêşxistina karîgeriya hevpar a di navbera dewletên endam de wê bên fînansekirin.
Di rêziknameyê de, sînordariyên wekî alavên parastinê yên ji derveyî YE tên, nikarin ji sedî 35ê lêçûnê berhemê derbas bikin û ji welatên ku li dijî berjewendiyên ewlehî û parastinê yên YE ne, nikare çek werin kirîn jî hene. EDIP wê piştî ku di Rojnameya Fermî ya YE de were weşandin, bikeve meriyetê.