PeyamaKurd – Hevserokê Şaxê Îzmîrê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û parêzer Alî Aydin, îro 14ê Rêbendanê li navçeya Çîgliyê ya Îzmîrê hat kuştin.
Li gorî agahiyên destpêkê, Aydin dema ku serê sibê dimeşiya rastî êrîşeke çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Alî Aydin li ser rêya ku tê re dimeşiya hat dîtin û piştî lêkolînên ewil, ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Bûcayê. Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.