Îran ji hevdîtina Stenbolê ya bi Amerîkayê re bi guman e

Dîroka Weşanê :
Îran ji hevdîtina Stenbolê ya bi Amerîkayê re bi guman e

PeyamaKurd- Çavkaniyeke dîplomatîk a Îranî ji ajansa Reutersê re ragihandiye ku Tehran ji bo muzakereyên ku biryare roja înê li Stenbolê bi Amerîkayê re bên kirin "ne geşbîn e û ne jî reşbîn e".

Çavkaniyê daye zanîn ku Îranî dibêjin kapasîteya parastinê ya welatê wan nabe mijara bazarê.

Li gorî daxuyaniyê, ev hevdîtin dê nîşan bide ka Washington di daxwaza xwe ya ji bo muzakereyên "cidî û encamgir" de amade ye yan na.

Ji aliyê din ve, tê diyarkirin ku armanca bingehîn a vê civînê kêmkirina rageşiyê û rêgirtina li şerekî muhtemel e.

Hêjayî gotinê ye, wezîrên derve yên welatên wekî Pakistan, Erebistana Siûdî, Qeter, Misir, Uman û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî jî ji bo vê civîna li Tirkiyeyê hatine vexwendin.