Îran: Me peyamên Amerîkayê yên ji bo danûstandinên nukleerî red kirin

Dîroka Weşanê :
Îran: Me peyamên Amerîkayê yên ji bo danûstandinên nukleerî red kirin

PeyamaKurd – Endamê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Feda Huseyîn Malekî, ragihand ku Tehranê peyamên ku ji aliyê Amerîkayê ve bi rêya kanalên cuda hatine şandin, red kirine.


Malekî diyar kir ku niyeta wan a danûstandinê nîne û got: 

Tehran di vê qonaxê de plan nake ku beşdarî danûstandinan bibe.” 

Wî tekez kir ku ew daxwazên Amerîkayê yên wekî “zêdekirina sifir” (rawestandina dewlemendkirina uranyûmê) bi tu awayî qebûl nakin.

Rexne li Îsraîlê
Parlamenterê Îranî bal kişand ser cot-standarda navneteweyî û got ku mafê hemû welatan e ûranyûmê dewlemend bikin, lê “kapasîteya nukleerî ya Îsraîlê nayê kontrolkirin”. Malekî her wiha hişyarî da ku dibe Amerîka û Îsraîl êrîşî komên li Lubnan, Iraq û Yemenê bikin.

Tê zanîn ku di sala 2025an de pênc gerên danûstandinan li Omanê hatibûn kirin, lê piştî êrîşên dawî û armancgirtina tesîsên nukleerî, pêvajo rawestiyabû.