Bahçeli bersiva baregeha serok Barzanî da: “Heya ecelê min nê, ez ê Bozkurt bim”

Dîroka Weşanê :
Bahçeli bersiva baregeha serok Barzanî da: “Heya ecelê min nê, ez ê Bozkurt bim”

PeyamaKurd – Serokê MHPê Devlet Bahçeli li ser daxwuyaniya baregeha Barzanî ku gotibû; “Ew hêjî Bokurtê (Dêlegur) berê ye, tenê ketiye nav postê miyê” bersivê da û got:

“Ew provakasyona li Cizîrê wê me nede rawestandin. Ez Bozkurtim û heya ecelê min nê, ez ê Bozkurt bim.”

Devlet Bahçeli, di merasima derçûna dibistana partiya xwe de ya siyaset û serokatî ya dewra 22em de, li ser mijarên di rojevê de daxwuyaniyan da.

Bahçeli dema li Cizîrê festîwala Melayê Cizîrî hat li darxistin, ew dawetkiribûn bo festîwalê û serok Mesûd Barzanî bi parastvanên xwe yên çekdar yên Pêşmerge re hatibû Cizîrî. Bahçeli li ser Pêşmergên bi çekên giran hatibûn Cizîrê, gotibû ku dîmen dîmenekî xweş nîne û rezalete.

Lê serok Mesûd Barzanî di axaftina xwe festîwala Melayê Cizîrî de sipasiya Erdoğan, Bahçeli û Öcalan kiribû ku pêvajoya aştiyê dane destpêkirin. Tevî daxwuyaniya Barzanî hinek qismên ku ji pêvajoyê acizin û dixwazin pêvajo têkhere, dîmenan kirin bahane û li dijî Barzanî dest bi propoganda neyînî kirin.

Di çapemeniya Tirkiyê de ew kesên ku dijminahiya aramiyê û û îstîqrarê dikin, niha car din derketine ser dikê û dixwazin pêvajoyê xerab bikin.