Îsraîlê bi tohmeta sîxuriya Îranê welatiyekî Rûsî girt

Dîroka Weşanê :
Îsraîlê bi tohmeta sîxuriya Îranê welatiyekî Rûsî girt

PeyamaKurd – Servîsa îstîxbarata navxweyî ya Îsraîlê (Şîb Bet) ragihand ku wan welatiyekî Rûsî bi tohmeta sîxuriya ji bo Îranê girtiye.

Tê îdîakirin ku vî kesî li ser fermana Tehranê wêneyên bender û tesîsên stratejîk kişandine û li hemberî vê yekê bi krîptopereyan hatiye xelatkirin.

Rayedarên Îsraîlî diyar dikin ku Îran di salên dawî de hewl dide bi rêya kesên biyanî bikeve nav saziyên krîtîk ên welêt da ku bala ewlehiyê nekeşîne ser xwe. Ev girtina dawî wekî beşek ji şerê îstîxbaratî yê giran ê di navbera Tel Avîv û Tehranê de tê nirxandin.